Li Mexmûrê derbarê 25’ê Mijdarê de semînerek hat dayîn

  • 21:00 20 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wexfa Jinan a Şehîd Şevîn a Mexmûrê, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de semînerek li dar xist.
 
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, li her derê meş û çalakî tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûrê) jî meş û çalakî tên lidarxistin. Îro jî semînerek ji aliyê Wexfa Jin ya Şehîd Şevîn ve hat dayîn.
 
Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanan dest pê kir. Piştre jî li sînevîzyona ku ji aliyê jinên ciwan ve têkildarî 25’ê Mijdarê hatibû amadekirin hat temaşekirin.
 
Piştre jî semîner ji aliyê Mamoste Bihar Kara û Mamoste Sêvê Yuksek ve hat dayîn.
 
Mamoste Bihar Kara di destpêkê de qala tundiya ser jinê kir û wiha berdewam kir: “Pêwîste em wate û dîroka 25’ê Mijdarê baş fam bikin. Li himberî tundiya li ser jinan tê kirin rawestin û hê zêdetir têbikoşin. Beşek ji tundiya li ser jinan tê kirin, tundiya aborî ye. Mêr wisa kiriye ku jin tim hewceyî pereyê ku ew qezenç dike be. Her wiha mêr pere weke hêza xwe ya mezin dihesibîne û beramberî jinê kar tîne. Di nava malbatê de jin hertim weke kesê duyem tê hesibandin û bi çaveke biçûk lê tê temaşe kirin.”
 
Her wiha Mamoste Bihar Kara bal kişand ser nêzîkatiya li jina ku zaroka wê çênabe û ev anî ziman: “Dema zarokê wê jinê neçêbe ji aliyê mêr û civakê ve tê biçûkxistin û zext ser tê kirin. Bi rojan em şahidî ji van mijaran re dikin. Pêwîste em weke jin beramberî van nêzîkatiyan xwe birêxstin û perwerde bikin ji bo ku em bikaribin têkoşîn bikin.”
 
Piştre jî Mamoste Sêvê Yuksek qala cûreyên tundiyê yên ku jin rojane rû bi rû tê û got: “Pêwîste me tundiya derûnî herî zêde li ser jinê tê kirin, baş fam bikin. Hebskirina jinê ya di malê de bandoreke pir zêde li ser jinê dike.  Pêwîste em jî li pêşiya van cûre tundiyan bisekin û qebul nekin. Em hêj zêdetir têkoşîna xwe xurtir bikin û di nava jiyana rojane de zêdetir li hemberî van nêzîkatina bibin helwest.”