Li Cizîrê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan Bişeng hat vekirin

  • 18:20 20 Mijdar 2026
  • Rojane

ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê li gorî pêdiviyên jinan Navenda Bêhnvedanê ya Jinan a Bişeng li taxa Yafesê vekir.
 
Merasîma vekirina Navenda Bêhnvedanê ya Jinan a Bişeng ku ji hêla Şaredariya Cîzrê ve li gorî hewcedarî û pêşniyarên jinên navçeya Cîzrê ya Şirnexê hatiye pêkanîn, li taxa Yafesê hat lidarxistin. Gelek jin beşdarî merasîma vekirinê bûn.
 
Hevşaredara Cîzrê Guler Yerbasan di merasîmê de axivî û got:  "Wekî Şaredariya Cîzrê, em ji bo jinan navendek bêhnvedanê vedikin. Armanca me ew e ku em cîhek biafirînin ku jinên ku ji gund û navçeyên din ji bo serdanên nexweşxaneyan tên navçeya me, bikaribin bêhna xwe vedin û pêdiviyên xwe bicîh bînin."
 
Piştî axaftinê, Navenda Bêhnvedanê ya Jinan a Bişeng bi beşdariya jinan bi fermî hat vekirin.