Serlêdana paşxistina cezayê Newroz Bozkurt 40 roj in bêbersiv e

  • 11:14 21 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE - Serlêdana ji bo paşxistina cezayê girtiya ku bi nexweşiya penceşêra xwînê  ketiye Newroz Bozkut ku di 14ê Mijdarê de ji ber girantirbûna nexweşiya wê rakirine nexweşxaneyê, 40 roj in bêbersiv maye.
 
Rewşa tenduristiya Newroz Bozkurtê ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sincanê tê girtin û teşhîsa penceşêra xwînê lê hatiye danîn, xirabtir bûye. Piştî ku nexweşiya wê pêşve çû, parêzerê wê di 12'ê Cotmehê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û daxwaza paşxistina cezayê wê kir. Lê belê, tevî ku 40 roj derbas bûne jî tu bersiv nehatiye wergirtin.
 
Di demekê de ku Newroz Bozkurt ya ku di 14'ê Mijdarê de ji ber xetereyên li ser jiyana xwe rakirine nexweşxaneyê û tedawiya wê didomîne, serlêdana ji bo paşxistina cezayê wê hêj nehatiye bersivandin.