Ciwanan li 25 welatan ji bo pêşeroja xwe çalakiyan li dar xist
- 12:54 21 Mijdar 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li 25 welatên Ewropayê ciwanan ji bo mafê perwerde, starbûn her wiha li dijî zêdebûna bihayê her tiştî, krîza avhewayê û çekbûnê çalakiyan li dar xist.
Li Ewropayê xwendekar û kedkarên ciwan, bi banga “Em ji bo pêşeroja xwe têdikoşin, ne ji bo şerên wan” derketin kolanan
Bi banga Koalîsyona Greva Ciwanan a Navnetewî ku ji zêdetirî 50 rêxistinên xwendekaran pêk tê; li 25 welatan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de ciwanan xwest, budçe zêdetir ji perwerde û xizmetên civakî re were veqetandin, mafê starbûnê, mûçeya ku mirov heq dikin, edaleta avhewayê û lêçûnên ku ji bo çekbûnê tên kirin werin kêmkirin.
Li Îtalyayê 10 hezar xwepêşanderan destek dan greva giştî. Li Fransa, Brîtanya, Portekîz, Elmanya û welatên din çalakî veguherîn tevgereke Ewropayê ya hevpar.
Çalakiyên herî girseyî, li Îtalyayê grefa giştî ya konfederasyona sendîkaya CGIL'ê bû ku xwendekar jî tevlî bûn hat lidarxistin. Lîderê CGIL’ê Maurizio Landînî îdia kir ku ji 100'î zêdetir bajaran bi milyonan kes beşdarî çalakiyan bûne. Wezareta Karên Hundir jî daneyan neda. Li Bolognayê jî di navbera polîsan û çalakgeran de pevçûn derket. Li Fransayê çalakiyên ku bi hefteyan e didomin veguherîn hevgirtina bi Ewropayê re. Li Elmanya û Berlînê nêzî 4 hezar kes kom bûn, li Kolnê bi hezaran xwendekar meşiyan, li Londrayê bi sedan kesan xwepêşandan li dar xistin.
Li Portekîzê plana parastinê ya 2030’yan Readîness a Yekîtiya Ewropayê hat rexnekirin. Di daxuyaniya hevpar de hat xwestin çekbûn û leşkeriya mecbûrî were rakirin, ji bo perwerdeyê butçe were veqetandin, hevgirtina bi Filistînê re, edaleta ji bo avhewayê û civakî pêk were.
Koalîsyonê diyar kiribû ku li 400 bajaran çalakî hatine plankirin lê asta wan nehatibû zelalkirin. Li hinek welatan tê texmînkirin ku dê çalakî 21- 22’yê Mijdarê bidomin.







