
ROJEVA 30'Ê GULANA 2025'AN
- 09:00 30 Gulan 2025
- Rojev
* “Tecrîd bi qasî rêbazek cezakirinê ya kes e, di heman demê de rêbazeke cezakirinê ya civakê ye. Ji bo civak di bin kontrolê de bê hiştin ev ji aliyê desthilatdariyan ve tê pêşxistin. Tecrîd civakê digire nav lepê xwe û bi sererastkirinên cih û war, vê mayînde dike.” JINEOLOJÎ
*Hevşaredara Sêrtê Sofya Algaş ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin got: “Em armanca qeyûman baş diznain. Armanc ne xizmeta ji bo gele, xesp û talan e.” BI DÎMEN
* Endama Komeleya Jinan a Star Meryema Arslan der barê ‘sala malbatê’ ya deshtilatdariyê de axivî û got wek alternatîf ‘malbata demokratîk’ pêş xistine. Meryema Arslan wiha got: “Destilatdarî di têgeha malbatê de jinê tenê wek dayîn pênase dike. Lê di feraseta ‘malbata demokratîk’ de jin ne tenê dayik, heman demê de wek şexs tê pênasekirin. BI DÎMEN
*Jinên femînîst diyar kirin ku di civakê de serdestbûna zimanê aştiyê şert e û ji bo aştî pêkan be divê zimanê aştiyê bê afirandin. BI DÎMEN