Li Amedê panela ‘Nûnertî, gotin û heqîqet'
- 16:26 21 Mijdar 2026
- Rojane
AMED - Ji hêla DAKAHDER'ê ve bi navê "Nûnertî, gotin û heqîqet: Di medyayê de kuştina jinan" panel hat lidarxistin û rola daraz û medyayê hat destgirtin.
Ji hêla DAKAHDER'ê ve li Çand Amedê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê bi navê "Nûnertî, gotin û heqîqet: Di medyayê de kuştina jinan" panelek hat lidarxistin. Moderatoriya panelê ji hêla rojnameger Medîne Mamedoglu ve hat kirin. Rojnamevan Şehrîban Aslan û Sîbel Yukler jî wekî axaftvan beşdarê panelê bûn.
Seroka DAKAHDER' ê, Asli Pasinli axaftina vekirinê ya panelê kir, diyar kir ku ew ji bo afirandina qadeke xebatê ya hevpar li hev civiyane.
Medîne Mamedoglu tekez kir ku jinên ku hatine kuştin ne tenê hejmar in û diyar kir ku her jinek jiyanek, çîrokek li dû xwe dihêle.
Rojnameger Şehrîban Aslan destnîşan kir ku wê yekem car di JINHA'yê de dest bi rojnamegeriyê kir û anî ziman ku JINHA xwedî zimanekî li ser feraseta jinê ye. Şehrîban Aslan diyar kir ku çapemeniya serdest feraseta jinê ji xwe re esas negirt û ev yek bû sedema zêdebûna komkujiyê.
Rojnamevan Sîbel Yûkler jî diyar kir ku ji ber ku qanûn nayên sepandin, rê li ber kuştina jinan nayê girtin.
Panela ku ji çapemeniyê re girtî bû, jinan li ser rolên daraz û medyayê rawestiyan.







