Li Bursayê foruma 25'ê Mijdarê
- 16:36 21 Mijdar 2026
- Rojane
BURSA - Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li Bursayê forumek hat organîzekirin û parlamenter Sumeyye Boz axivî û bal kişand ser têkoşîna hevpar a jinan
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bursayê li Navenda Çandê ya Ordeklî ya navçeya Osmangazî, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan bi dirûşma "Ji bo jiyaneke azad û wekhev soza me heye, li hemberî şîdetê jî em serî radikin" forumek organîze kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz wek axaftvan beşdarî forûmê bû.
Sumeyye Boz, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û êrişên li hemberî jinên kurd. Sumeyye Boz diyar kir ku bi têkoşîneke hevpar, piştevaniyeke mezin dikarin rê li ber şîdetê bigirin.
Forum bi pirs û bersivan bi dawî bû.







