Li Bursayê Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin
- 20:38 21 Mijdar 2026
- Rojane
STENBOL - Li Bûrsayê bi pêşengiya ciwanan Navenda Çand û Hunerê ya Ariya bi coş hate vekirin.
Li navçeya Osmangaziyê ya Bûrsayê bi pêşengiya ciwanan Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin. Rêxistinên ciwanan, rêxistina DEM Partiyê ya Bûrsayê, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli damezrandina Ariyayê bûn.
‘Bila bibe deriyê jin, çand, ked û biratiyê’
Bernameya damezrandinê bi axaftina endama Ariyayê Bahar Akdemîr dest pê kir. Bahar Akdemîr diyar kir ku ew navenda çand û huneran wekî cihên hilberînê dibinin û got: “Bila li vir dengê dengbêjan olan bide, zarokên me bi zimanê xwe stranan bibêjin, ciwanên me di nava çandê de mezin bibin û jin li her beşên hunerê li vir biafirînin. Gelek çiqas çanda xwe bijî, zimanê wî gelî ewqas tê axaftin û pêşeroja wî gelî mezintir dibe. Bila deriyê Ariyayê bibe deriyê jin, çand, ked û xwişk-biratiyê.”
Paşê hunermendê NÇMê Engîn Cengîz jî van tiştan got: “Rêber Apo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ da dest pê kirin, divê em piştgirÎ bidin pêvajoyê. Ji bo ku em li Îmraliyê bikin qada aştiyê divê em xwedî saziyên xwe derkevin. Em ê rêwîtiya Rêber Apo ya 52 salî xwedî derkevin û bibin rêwîtiyê heman rêyê.”
Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û Koma Vejîn derketin ser dikê stranan gotin û bername bi gerandina govendan bi dawî bû.







