202 roj in li Gimgimê nobed didome

  • 16:59 21 Mijdar 2026
  • Ekolojî
MÛŞ - Nobeta dijî projeya JES'ê ya li navçeya Gimgimê ku tê plankirin bê çêkirin, di roja 202'yan de berdewam kir.
 
Nobeda ku li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku ji aliyê şirketa bi navê IGNIS H2 Energy Generation Inc. ku navenda wê li Amerîkayê ye ve tê plankirini li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim ya Mûşê didome. Nobet di roja 202'yemîn de didome bi biryardarî berdewam dike.
 
Di nobetê de pankarta bi nivîsa “Gelê Gimgimê Santrala Jeotermalê naxwaze; destê xwe nede av û axa min” hat daliqandin.
 
Nobeta îro ji aliyê şêniyên gundê Muskanê ve hat dewr girtin.
 
Gimgim'ın Xwarik köyünde JES projesine karşı nöbet eylemini 202'nci gününde Muskan köyü yurttaşları devraldı.