ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2026'AN
- 09:00 22 Mijdar 2026
- Rojev
* Aktîvîsta TJA’yê Gulşen Karasu, diyar kir ku li dijî pergala ku hewl dide li ser jinan serdestiyê ava bikin bi dirûşmeya "Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” li hemû qadên jiyanê wê hebin. BI DÎMEN
* Girtiya nexweş Pinar Tîkît ku ji ber kîstê Araknoîd yê di mêjiyê wê de di bin xeteriya felçbûnê de ye, tehliyeya wê cara 3’emîn hat taloqkirin. Parêzer Ebru Akkal da zanîn ku ji ber astengkirina tehliyeyê Pinar Tîkît nikare derman bibe û got: “Di astengkirina beriya vê de bêyî biryara bi hincet a dadgeriya înfazê bi awayekî dijhiqûqî tehliye hat taloqkirin û heta meha mijdarê girtî hate hiştin. Bi biryara nû jî heta Tebaxa 2027’an tehliye hat astengkirin.” DÎMEN HEYE
* Emîne Gur diyar kir ku jiyana wê li Kobanê bi têkoşîna jinan guheriye û got: “Ev pêvajo bû sedema ku ji nû ve rabim ser piyan. Min şahidiya têkoşîna ji bo jiyanê kir. Min jî ji bo jiyan û jiyankirinê dest bi têkoşînê kir." BI DÎMEN
*Desthilatdarî ku bi polîtîkayên "10 salên malbatê’ û ‘malbata min di ewlehiyê deye" hewl dide malbatê biparêze û li aliyê din jî li gorî daneyên di çapemeniyê de tên dîtin jin herî zêde ji aliyê mêrên nêzî xwe ve tên qetilkirin. Jinan diyar kirin ku polîtîkayên heyî jinan di alî aborî de neçar dike û refleksa ‘parastina malbatê’ ya di saziyên gelemperî de jî tundiya li ser jinan giran dike. Jin li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe mezin dikin.DÎMEN HEYE







