Li Dusseldorfê meşa 25'ê Mijdarê
- 22:18 21 Mijdar 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYA - Li Dusseldorfê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinan de, ji aliyê YJK-E'yê meş hate lidarxistin.
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinan de, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê meş hate lidarxistin. Jinên ku ji bajarên cuda hatin tevlî meşê bûn. Di meşê de îşaret bi têkoşîna hevpar a li dijî qetilkirina jinan û tundiya mêr hate kirin.
Di meşê de renfên Tevgera Jinên Kurd û flamayên xemir û wêneyên ji kadroyên pêşeng ên têkoşîna azadiya Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Evîn Goyî ên hatin qetilkirin, hatin hilgirtin. Di tevahiya meşê de gelek caran dirûşmeyên, "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin û pankartên bi nivîsên, "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin û pankartên, "Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qetlîama jinan û şeran rawestînin" û "Em şer ji mêrtiya ku jinan dikujin, dikin" hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de, li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Şevîn Sîncar axivî û bal kişand ser komkujiyên jinan ên li Elmanyayê zêde dibin. Şevîn Sîncar derbarê xebatên ku di pêvajoya pêş de, di çarçoveta pêngava ku li dijî tundî û komkujiyên li dijî jinan hatiye destpêkirin de, agahî da. Şevîn Sîncar diyar kir ku divê zanebûna civakî were mezinkirin, torên piştevaniyê werin xurtkirin û têkoşîna birêxistinkirî were mezinkirin.







