Ji TJA’yê li Kevn a Meletiyê atolyeya 25’ê Mijdarê

  • 18:52 21 Mijdar 2026
  • Rojane
MELETÎ - TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Kevn a Meletiyê bi jinan re hat gel hev û cureyên tundiyê û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kir.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşmeya ‘Bi hêza xweser û îradeyê niha dema jinê ye’ li Meletiyê bi jinan re hat gel hev. TJA ya di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî, li navçeya Kevn a Meletiyê atolye pêk anî.
 
Di atolyeyê de balkişandin ser wateya 25’ê Mijdar û girîngiya wê û her wiha cureyên tundiyê, rêbazên têkoşînê hatin nîqaşkirin.