Li Qersê jinan li dijî tundiyê banga têkoşînê kir

  • 18:57 21 Mijdar 2026
  • Rojane
QERS – Di hevdîtina jinan de ku bi pêşengiya DEM Partiyê hat kirin de jinan li dijî tundiyê banga azadî û jiyana wekhev kirin. Gulîstan Kiliç Koçyîgît di hevdîtinê de axivî û balkişand ser girîngiya piştevanî û rêxistibûna jinan.
 
 Li Qersê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî  ji aliyê DEM Partiyê ve li otelekê hevdîtina jinan pêk hat. Parlamentera DEM Partî ya Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, rêxistinên jinan û gelek jin tevli bûn.
 
Hevseroka DEM Partî ya Qersê Arzu Savaş Derman ewil axivî û balkişand ser keda jinan û daxwaza jiyana wekhev û da zanîn ku ew li dijî hemû pêkanînên lihember jinan dengê xwe bilind dikin.
 
Parlamentera DEM Partî ya Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî axivî û da zanîn ku dem dema azadî û hilweşandina barîkatên li pêş jinane û balkişand ser girîngiya piştevanî û rêxistibûna jinan.
 
Hevdîtin bi dirûşmeyan bidawî bû.