Di salekê de li Îranê 11 hezar û 611 bûyerên destrêjiya zarokan hate tomarkirin

  • 13:45 22 Mijdar 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê, di nava salekê de 11 hezar û 611 bûyerên destrêjî û muameleya xerab li dijî zarokan ji navendên tenduristiyê hatine ragihandin. Hate diyarkirin ku ji vana 8 hezar û 747 bûyer ji ber îhmal û bêxemiyê çêbûne.
 
Serokê Beşa Xizmetên Civakî ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Seyîd Mihemed Huseyîn Cevadî, di daxuyaniya bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Zarokan dayî de ragihand ku di nava salekê de 11 hezar û 611 bûyerên destrêjî û muameleya xirab li dijî zarokan li navendên tenduristiyê hatine tomar kirin.
 
Di daxuyniyê de hate diyarkirin ku 8 hezar û 747 ji wan bûyeran bi îhmal û bêxemiyê ve girêdayî ne, bi qasî 8 hezar bûyeran jî bi muameleya xirab ji hêla lênêrînker û endamên malbatê yên nêzîk ve di qada malê de hatine tesbîtkitin.
 
Tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina pergala desteka civakî ji bo parastina zarokan, perwerdekirina dêûbavan û tespîtkirina nîşanên destdirêjiyê di wextê xwe de hat kirin. Hate gotin ku ji Adara 2025’an pê ve komên xebatê yên parastina zarokan li navendên tenduristiyê yên beşên zarokan hatine damezrandin.
 
Hate destnîşankirin ku daneyên hatine belavkirin tenê bûyerên ku li navendên tenduristiyê hatine destnîşankirin û tomar kirin digre nava xwe û hejmara giştî ya bûyerên destdirêjiya zarokan li seranserê Îranê nîşan nade. Wekî din, derbarê ka gelo nêzîkî 8 hezar bûyer û 8 hezar û 747 bûyerên îhmalkirinê li hev dikevin an na daxuyaniyek nehatine dayîn.