Jinên Efgan li dijî tundî û cudakariyê bang kirin

  • 16:00 22 Mijdar 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera ‘Qêrîna Jinên Efgan’ di daxuyaniya ku bi boneya 25’ê Mijdarê weşand de, banga bidawîanîna tundî, cudakarî û binpêkirina mafên jinan û zarokên keç kir.
 
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, Tevgera ‘Qêrîna Jinên Efgan’ li Efganistanê, daxuyaniyek weşand û tundî, cudakarî û binpêkirina mafên jinan û zarokên keç şermezar kir û banga bidawîanîna hemû cureyên tundiyê kir.
 
Jinên Efgan bi salan e rastî her cure tundiyê tên
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinên li Efganistanê bi salan e bi gelek cureyên cuda yên tundiyê re rûbirû ne û ji mafên xwe yên bingehîn hatine bêparkirin. Di nava binpêkirinan de êrîşên fîzîkî, kuştin, gefxwarin, zewaca bi zorê û astengkirina mafê perwerdeyê û kar hene.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê tu jin ji ber zayenda xwe ji mafên xwe yên jiyan, perwerde, kar, azadî û rûmeta mirovî bêpar nemîne û di vê çarçoveyê de bang li civaka navnetewî, rêxistinên mafên mirovan û parêzvanên mafên jinan hat kirin.
 
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku li hemberî tundî û cudakariya li dijî jinan li Efganistanê bêdeng nemînin û hat gotin ku ji bo misogerkirina ewlehiya jinan, gihîştina dadmendiyê û parastina mafên wan ên bingehîn gavên berbiçav û bi bandor bên avêtin.